Helîkoptereke artêşa Iraqê li Xurmatû ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê qezaya Xurmatû, helîkoptereke artêşa Iraqê  kete xwarê û di encamê de stafa helîkopterê ku ji 5 kesan pêk dihat, canê xwe ji dest dane.

Bûyer îro Pêncşemê serê sibehê û di demjimêr 02:45 de li nêzîk gundê Cerdaxlî yê ser bi bajarokê Amirlî ve çê bûye.

Qaymeqamê Xurmatû, Hesen Zeyn Abdîn dibêje, komîteyeke lêkolînê hatiye pêkanîn û derbarê bûyerê de lêkolînan destpê kiriye.

Hesen Zeyn Abdîn ji Rûdawê re ragihand, “bûyer li nêzîk baregeheke Heşda Şeibî bûye û biryar e şandeke firokevanî ya Hêza Esmanî ya Iraqê û komîteya lêkolînê bi serokatiya Fermandarê Hêza Esmanî ya Iraqê bigihin cihê bûyerê.”

Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û têde nasnameya kesên di bûyera ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dane, aşkere kiriye.

Li gor daxuyaniyê, pênc kesên bi navê Osame Tariq û Elî Fazil (firokevan), Luey Hatem Ferhan, Esîr Faîz Îbrahîm û Wesam Elî Sefîh bi pileya cîgirê efser, di bûyerê de canê xwe ji dest dane.