Wezareta Derve ya Iraqê gazî Balyoza Swêdê kir

29-06-2023
RÛDAW
Nîşan Şewitandina Quranê Swêd Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Iraqê ji ber şewitandina Quranê li Swêdê, Balyoza Swêdê ya Bexdayê Jessica Svardstrom gazî wezaretê kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Balyoza Swêdê ya Bexdayê Jessica Svardstrom kir û diyar kir ku ew destûrdayîna şewitandina Quranê ya Hikûmeta Swêdê şermezar dikin.

Sehaf diyar kir ku wan ji Hikûmeta Swêdê xwestiye ku rê li ber kiryarên dubare yên li dijî Quranê bigirin.

Peyama Sîstanî ya ji Neteweyên Yekbûyî re

Merciyê olî yê herî bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî li dijî şewitandina Quranê li Stockholmê ji Neteweyên Yekbûyî re peyamek nivîsand û diyar kir ku Quran bi destûra polîsên Swêdê hatiye şewitandin û ev çalakî êrîşa li ser pîroziyên zêdetirî du milyar Misilmanan e û dê ji bo belavbûna ramanên tundrew jîngehekê amade bike.

Sîstanî di peyama şermezarkirina bûyerê de daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst ji bo dubarenebûna kiryarên wiha bên girtin.

Xwepêşandana ku Sedr banga wê kir sibe ye

Rêberê olî û siyasî yê Şîeyan Muqteda Sedr jî banga dersînorkirina Balyoza Swêdê û xwepêşandana li ber balyozxaneyê kir.

Komîsyona Xwepêşandan a Tevgera Sedr piştî banga Muqteda Sedr diyar kir ku dê sibe xwepêşandan bê lidarxistin.

Serokê Lijneya Bilind a Dadweriyê Fayiq Zeydan ji bo ku Selwan Momîka yê Iraqî ku li Stockholmê Quran şewitand vegerînine Iraqê û bên darizandin, gavên qanûnî dê bên avêtin.

Li aliyê din Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiya li dijî Quranê şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst