Neteweyên Yekbûyî: Divê hemû pêkhateyên Iraqê pabendê madeya 140 bin

29-06-2019
RÛDAW
Şandeke Encûmena Asayişa Navdewletî serdana Bexdayê kir
Şandeke Encûmena Asayişa Navdewletî serdana Bexdayê kir
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Bexda Kurdistan Iraq Madeya 140 Mansur El Otaibi
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Serokê Demkî yê Encûmena Asayişa Navdewletî Mansur El Otaibi ragihand ku wan di civînên xwe bi berpirsên Iraqî re li Bexdayê bicihkirina madeya 140 gotubêj kirin û daxwaz kir ku tevahiya aliyan destûrê bicih bikin û got: “Civaka navnetewî û Neteweyên Yekbûyî piştevaniya Iraqiyan dike ku pabendê destûra bingehîn bibin.”

 

Şandeke Encûmena Asayişa Navdewletî bi serokatiya Serokê Demkî yê Encûmena Asayişa Navdewletî Mansur El Otaibi serdana Bexdayê kir û û piştî bidawîhatina civînan, wê şandê civîneke rojnamevanî saz kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz pirsek derbarê cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê arasteyî Mansur El Otaibi kir û wî jî di bersiva xwe de amaje kir ku Neteweyên Yekgirtî piştevaniya diyaloga di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê de dike, daku ew jî pabend bin bi naveroka destûrê.

 

Mansur El Otaibi got: “Bêguman me di civînên xwe yên bi berpirsên Iraqî re rewşa deverên cihê nakokiyê û bicihkirina madeya 140 gotubêj kirin gotubêj kir. Me daxwaz kir ku tevahiya aliyan destûrê bicih bikin. Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî piştevaniya Iraqiyan dikin, daku ew jî pabend bin bi destûrê. Ez bawer dikim ku her kes ji bo vê yekê jî kar dike. Em jî piştevaniya diyalogê di navbera tevahiya pêkhateyên civaka Iraqê de dikin.  Civaka navnetewî û Neteweyên Yekbûyî piştevaniya Iraqiyan dike ku pabendê destûra bingehîn bibin.”

 

Şanda Encûmena Asayişa Navdewletî îro Şemiyê (29.06.2019) li Bexdayê hevdîtin ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên pilebilind ên Îraqê rew pek anî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst