Çekdarên DAIŞê êrîşî gundên navbera Diyale û Selahedînê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekê ji Ofîsa Ragihandinê ya Parêzgeha Selahadîn ragihand ku şeva borî hejmarek çekdarên DAIŞê teqe li gundê Mibarek Ferhan kirine û di encam de 4 kes birîndar bûne.

 

Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Parêzgeha Selahedîn Cemal Îîgab ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Saet yek û nîvê şeva borî hejmarek çekdarên DAIŞê ji gundekî nêzîkê gundê Mibarek Ferhan ê derdora parêzgeha Selahedîn ji dûr ve teqe li xelkê kirine ku şahiyek bû û 4 kes birîndar bûne."

 

Îîgab da zanîn ku xelkê gund bersiv dane û çekdarên DAIŞê neçar bûne birevin, niha rewş normal bûye û hêzên ewlekariyê navçe kontrol kirine.

 

Îîgab wiha axivî: "Li wê navçeyan bûyerên wiha diqewimin, ji ber ew navçe çol û dijwar û gelek daristan lê hene, çekdarên DAIŞê dikarin xwe lê veşêrin, bi taybetî navçeya Mitêbce, lê sînorê Selahedîn bi awayekî baş hatiye parastin."