Iraqê 12 endamên DAIŞê îdam kirin

29-06-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Bexda DAIŞ Îdam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro danê sibehê bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, bi tumeta tewana terorê cezayê bidarvekirinê bi ser 12 kesan de hate bicîkirin.

 

Biryara bidarvekirina wan 12 kesan ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta encamdana kiryarên terorîstî hatibû derxistin.

 

Serokwezîrê Iraq, Heyder Ebadî jî fermana cîbicîkirina wê biryara dadgehê îmze kir û her 12 kes îro înê 29ê Hezîrana 2018ê hatin sêdaredan.

 

Cîbicîkirina cezayê bidarvekirina wan kesan piştî wê yekê hat, ku grûpeke DAIŞê 17 polîsên Iraqê li ser rêya Kerkûk-Bexdayê revandibûn, û li hemberî azadkirina wan, daxwaza berdana jinên girtî yên DAIŞê kiribûn.

 

Wê grûpa ser bi DAIŞê ve piştre 8 ji wan polîsên iraqî yên êxsîr kuştibûn û cenazeyên wan avêtibûne ser rêya Kerkûk û Bexdayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst