Melayê mizgefta ku Bexdadî li wir 'xîlafet' îlan kiribû ji Rûdawê re axivî

29-06-2017
RÛDAW
Mele Hemûd Hîlalî
Mele Hemûd Hîlalî
Nîşan Mûsil Mizgefta Nûrî mele DAIŞ xîlafet
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Melayê Mizgefta Nûrî ya ku Serokê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî li wê mizgeftê “xîlafet” îlan kir, ji Rûdawê re axivî û qala wê roja ku El Bexdadî ketiye mizgeftê û xîlafeta DAIŞê ragihandiye kir.

 

Mele Hemûd yek ji wan kesan e ku roja îlankirina xîlafeta DAIŞê, di nav mizgeftê de bû. Mele Hemûd diyar dike, ku gotin û karên DAIŞê ji hev cuda bûn.

 

Melayê Mizgefta Nûrî Hemûd Umer Hîlalî ji Rûdawê re ragihand: “Di destpêkê de li derdora Mûsilê tevgerek dest pê kir. Ji ber ku em li navenda bajêr bûn, em nizanibûn. Hatina DAIŞê di roja pêncşem û înê de bû. Saziyên dewletê girtî bûn, li bajêr tevger kêm bûn. Bi vî şiklî ketin nav Mûsilê. Di destpêkê de ji ber gotinên wan em hêvîdar bûn. Lê piştre derket holê ku gotinên wan tiştekî ye û karên wan tiştekî din in.”

 

Mele Hemûd diyar dike, ku sedema derketina DAIŞ û grûbên tundrew, zilm û sîtemkariya hêzên ewlehiyê û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve paşguhkirina bajarê Mûsilê bû û dibêje: “Eger di navbera xelk û hikûmetê de bawerî neyê pêkanîn, grûbên tundrew, dê li Mûsilê bi cih bibin.”

 

Herwiha Mele Hemûd Umer Hîlalî amaje bi wê yekê kir, ji ber ku polîs û leşker zilm li gel dikirin û gel jî bi mebesta “çi dibe bila bibe, divê guhertinek pêk bê” DAIŞ qebûl kirine.

 

Hîlalî 6 sal in melayê Mizgefta Nûrî ye û dibêje: “Hilweşandina berhemeke ku 800 sal dîroka wê heye, dilê mirov zîz dike. Hesteke pir xerab e. Li Hedbayê bi hezaran kes vê hestê dijîn. Hedba êdî li dîrokê ma. Me bawer nedikir bûyer bigihîjin vê astê. Lê mixabin hate vê radeyê.”

 

Serokê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî di dawiya Hezîrana 2014an de li Mizgefta Nûrî “xîlafet” îlan kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst