Kurdên Feylî bûne hedefa referandûma serxwebûnê

29-06-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Li taxa Kifah a Bexdayê ku piranî Kurdên Feylî dijîn şeva borî hewla teqandina otomobîlekê bombekirî hat dayîn, lê beriya bê teqandin hêzên ewlehiyê bergirî kirin.


Kesayetekî navdar ê Kurdê Feylê li Bexdayê Esaf Feylî ji Rûdawê re ragihand ku otomobîlekê têde teqemeniya TNT û C4 û betlên xazê hatî bicîkirin li taxa Kifah a Kurdên Feylî dijîn hatiye zeft kirin.


Esaf Feylî diyar kir ku piştî xelkê vê taxê hêzên ewlekariyê ew ji wê otomobilê agahdarkirine hatine mekanîzmayê bombeyê pûçkirine.


Piştî ku referanduma serxwebûna Kurdistanê ket rojevê derdorên şîe, ji ber ku Kurdên Feylî yên li naverast û başûrê Iraqê piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin, gefan li wan dixwe.

 

Yek ji serokeşîrên Kurdên Feylî Şêx Tahsîn Feylî jî got: “Em bi gefar koçberkirinê re rûbirûne. Di berê de jî em neçarî koçê hatine kirin. Di dema rejîma beriya niha de mal, erd û het tiştên me hatin dizîn. Kurdên Feylî naxwazin careke din koçber bibin.”


Kurdên Feylî ji bo parastina xwe hewl didin hêzêke çekdarî damezrîne û ji Herêma Kurdistanê jî di derberê vê mijarê de alîkariyê dixwazin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst