Balyozê Japonyayê li Iraqê: Malikî bi zimanekî tûj behsa Herêma Kudistanê kir

29-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Japonyayê li Iraqê Kazoya Naşîda, diyar kir ku di civîna balyozên welatên biyanî yên li Iraqê de digel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, serokwezîr bi zimanekî “tûj” ji wan re behsa Herêma Kurdistanê kiriye.

Balyozê Japonyayê li Iraqê Kazoya Naşîda, ji Rûdawê re ragihand, du rojan beriya niha balyozên biyanî yên li Iraqê bi serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî civiyan û da zanîn, di wê civînê de Malikî bi zimanekî tûj behsa Herêma Kurdistanê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser neftê kir.

Kazoya Naşîda, anî ziman ku Malikî rê nedaye wan ku nakokiyên Bexda û Hewlêrê pê re gotûbêj bikin.

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, roja 27ê Gulana îsal li Bexdayê bi balyozên welatên biyanî yên li Iraqê re civiya û di civînê de bi tundî Hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne kir û hinartin û firotina nefta Iraqê bêyî rizamendiya Bexdayê wek dizî bi nav kir.

Tê zanîn, firotina nefta Kurdistanê ji roja 22ê Gulana îsal dest pêkir.

Wezareta Nefta Iraqê jî ragihand, ji ber vê yekê li dijî Tirkiyê û şîrketa Botaşê yaw î welatî, bi hêceta ku rê dane firotina nefta Kurdistanê, li cem Jûra Bazirganî ya Navdewletî ku navenda wê li Parîsê ye, gilî kiriye.

Li hember de, Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ew gilî û geftên Bexdayê pûç xwend û ragihand, ew helwesta Bexdayê zirarê dide Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst