Tevgera Sedir: Ti nêzîkbûneke me bi Çarçoveya Hevahengiyê re nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Sedir di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, heya niha ti lihevtêgihîştin û hevdîtineke wan li gel Çarçoveya Hevahengiyê nebûye.

Li gorî daxuyaniya Tevgera Sedir ku roja Pêncşemê 28ê Nîsana 2022an hatiye belavkirin, ji dema ku Muqteda Sedir rêberê wê tevgerê derfeta pêkanîna hikûmetê daye Çarçoveya Hevahengiyê, ne lihevtêgihîştinke çê bûye û ne hevdîtineke wan li gel Çarçoveya Hevahengiyê hebûye.

Tevgera Sedir dibêje, Em ji hinek saziyên medyayê hin daxuyaniyan li ser navê hin serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê dibînin ku behsa vê yekê dikin roja 28ê Remezanê rêkeftin di navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiyê de tê kirin, lê ew gotin nerast in.

Di daxuyaniya xwe de Tevgera Sedir dibêje, Mebest ji wan gotinên nerast ev e ku hevpeymaniya sêalî ya Rizgarkirina Nîştimanî aloz bikin, lê em radigihînin ku Rizgarkirina Nîştiman hevpeymaniyeke bihêz e û bi wan gotinan sist nabe, û em daxwaz ji wan dikin di paşerojê de wan gotinan êdî dubare nekin.

Tevgera Sedir careke din tekezî li ser pêkanîna hikûmeta piraniya nîştimanî dike.

Roja 31ê Adarê, Muqteda Sedir ji bo pêkanîna hikûemta nû ya Iraqê 40 roj dem da Çarçoveya Hevahengiyê û daxwaz ji wan kir, ji bo pêkanîna hikûmetê danûstandinan li gel aliyên din bike.

Mehek di ser wê dema Muqteda Sedir re derbas bûye, lê ti asoyek ji bo lihevkirina aliyên siyasî yên Iraqî û pêkanîna hikûmeta nû nayê dîtin.

Çarçoveya Hevahengiyê ji gelek aliyên Şîe yên ser bi Îranê ve pêk tê û xwediyê yek ji sêyên kursiyên parlamentoya Iraqê ye.

Heta niha hemû hewldanên Tevgera Sedir û hevpeymanên wê yên ji bo pêkanîna hikûmetê jî rastî şikestinê hatine.