Gule berdan malbatekê: Dayik û bav hatin kuştin, 2 zarokên wan jî birîndar in

29-03-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Diyale Êrîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derengiya şeva borî li parêzgeha Diyale ya li rojhilatê Iraqê di encama êrişeke çekdarî ya li ser malbatekê de jin û mêrek hatin kuştin û 2 zarokên wan jî birîndar bûn. Di derbarê bûyerê de komîteyek lêkolînê hatiye avakirin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Rêveberiya Polîsê Diyaleyê bi dest xistine, îro Çarşemê saet 05:00ê sibehê, hêzên polîs ên qezaya Xalisê hatine agahdarkirin ku çekdarên nenas êrişî malbatekê li gundê Tehwîle Nehr Îmam a navçeya Xalisê kirine.

Di êrîşê de Mistefa Ehmed Ebd Ebdullah Obeydî yê 42 salî, ku efserekî polîs e li navenda polîsê Tehwîle Nehr Îmam a navçeya Xalisê û hevjîna wî Înas Xalib Mehdî Ebtan Obeydî ya 39 salî hatine kuştin.

Li gor zanyariyan, gule li serê Mistfa û hevjîna wî Înasê ketine û di encamê de canên xwe ji dest dane.

Di bûyerê de 2 kurên wan ên bi navên Humam ê 19 salî û Muqteda yê 17 salî jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan, gule li serê Muqteda yê 17 salî ketiye û birîna wî dijwar e. Muqteda niha li Nexweşxaneya Giştî ya Baqubeyê hatiye razandin û rewşa wî ya tendirustiyê jî xirab e.

Humam ê 19 salî jî gule li destê wî ketine, birîna wî sivik e û li nexweşxaneya qezaya Xalisê tê dermankirin.

Li gor agahiyan, navçeya ku êrîş lê hatiye kirin, di bin kontrol û berpirsyariya Artêşa Iraqê de ye.

Têkildarî bûyerê komîteyeke lêkolînê hatiye pêkanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst