Tenê ji ber ku dijûn daye hat gullebarankirin!

Mûsil (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li bajarokê Tileferê yê Mûsilê mamostayekî tirkman, dan ber gulleyan.

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a PDKê li Mûsilê, Seîd Memozînî ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê li nav bajarokê Tileferê yê Mûsilê mamostayekî tirkmen li ber çavên welatiyan dan ber gulleyan.

Seîd Memozînî li ser sedema vê yekê jî got, çekdarên DAIŞê bi hêceta ku wî mamostayî dijûn daye DAIŞê, ew kuştine.

Li gorî agahiyên Memozînî, navê wî mamostayî Şueyb Kemal û temenê wî jî zêdetirî 50 salî bû.