Xortekî ker û lal ji ber ‘ofsayd’ê hat kuştin!

29-02-2024
Secad Emîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Secad Emîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Futbol Ofsayd Xort Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bexdayê xortekî bi navê Secad Emîn ji ber “ofsayd”ê bi tornevîdayan hat kuştin.

Li gorî agahiyan, Secad Emînê 19 salî li maça futbolê golek tomar kiriye.

Hevalên wî yên tîma beramber gotiye “Gola te ofsayd e” û piştre ew daye ber tornevîdayan.

Serokê Eşîra Dilfiyan Şêx Nacî Dilfî wiha behsa bûyerê kir:

“Ji ser ofsaydê pirsgirêkeke biçûk çêbûye, wan paşê şer kiriye.

Werzişvanên tîma beramber laşê wî daye ber tornevîdayan. Mixabin tiştên bi vî rengî zêde bûne.”

Li hêla din, sê hevalên Secad jî bi tornevîdayan hatine birîndarkirin.

Polîsan sê gumanbar desteser kirine û du gumanbar reviyane.

Heta niha kesê ku Secad kuştiye li xwe mikur nehatiye.

Ker û lal bû

Li gorî agahiyên ku xizmên wî didin, Secad Emînê ku ji ber ofsaydekê hatiye kuştin ker û lal bûye û zarokê herî biçûk ê malbatê bûye.

Îbrahîm Mihemed Dilfiyê apê Secad ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Ev bi hev çûne, piştî ku lîstik xelas bûye yên tîma din çûne û wan tornevîda anîne.

Çar kes bi tornevîdeyan birîndar kirine. Secad ji ber tornevîdaya ku li serê wî ketiye miriye.

Sê kes jî birîndar in lê spas ji Xwedê re ku rewşa wan baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst