Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê ragihand ku peymana nû ya kompanyaya BPyê ya ji bo veberhênanê li Kerkûkê nîşana baweriya veberhêneran a bi paşeroja Îraqê ye.
Her wiha da zanîn ku kompanyaya BPyê bi Herêma Kurdistanê re jî guftûgoyan dike.
Konferansa Enerjiyê ya Îraqê ku tê de jîngeh, çavkaniyên enerjiyê û cihêrengiya aborî tên nîqaşkirin, doh li Bexdayê dest pê kir û îro jî berdewam dike.
Hevkar û sponsorê medyayî yê konferansê Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchenê ku beşdarî konferansê bû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku peymana nû ya kompanyaya petrolê ya Brîtanyayê BPyê li Kerkûkê “girîng e û nîşana baweriya kompanyayên Brîtanî ya bi bazara Îraqê ye.”
Hitchens eşkere kir ku BP kompanyayeke taybet e û biryara veberhênana wê girêdayî wê ye lê “girîng e” ji ber ku baweriya veberhêneran derdixe holê.
Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen destnîşan kir ku di serdana Serokwezîrê Îraqê ya Londonê de, peymaneke nû ya bi qasî 12 milyar poundî hat îmzekirin.
Stephen Hitchen diyar kir ku ew ji bilî peymana BPyê ye û derdixe holê ku Brîtanya amade ye li Îraqê veberhênanê bike.
Hitchens li ser dilgiraniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê beşdarînebûna di danûstandinan de ragihand ku ev mijarek e di navbera kompanyaya BP û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û got:
“Ez piştrast im ku BP bi Herêma Kurdistanê re guftûgoyan dike ku li herêmê veberhênanê bike.
Her wiha bawer dikim ku ti pirsgirêk di navbera kompanyayê û Herêma Kurdistanê de çênabin.”
Hikûmeta Îraqê û kompanyaya petrolê ya BPyê ya Brîtanyayê li ser hilberîna petrolê ya li Kerkûkê peymanekê îmze dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser peymanê dilgiraniyên xwe tîne ziman.
Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 29, 2025
🎙️ ❝Peymana BPyê ya Kerkûkê belgeya baweriya sermayedaran a bi Îraqê ye❞
🎙️ ❝BP bi Herêma Kurdistanê re jî guftûgoyan dike❞ pic.twitter.com/ZJ6eGi6i0K
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse