Wezîrê Elektrîkê yê Îraqê: Em bi Herêma Kurdistanê re di nav hevahengiyê de ne

29-01-2025
RÛDAW
 Wezîrê Elektrîkê yê Îraqê Ziyad Elî Fazil / Wêne: Rûdaw
Wezîrê Elektrîkê yê Îraqê Ziyad Elî Fazil / Wêne: Rûdaw
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Elektrîk Wezîrê Elektrîkê yê Îraqê Ziyad Elî Fazil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Elektrîkê yê Îraqê Ziyad Elî Fazil ragihand ku Herêma Kurdistanê û Îraq di warê dabînkirina enerjî û gazê de hevkariya hev dikin û got ku astengiya herî mezin a di hilberîna elektrîkê de kêmasiya sotemeniyê ye.

Ziyad Elî Fazil her wiha hişyarî da ku dibe havîna bê li welêt kêmasiya 26 hezar megawat elektrîkê çêbibe.

Konferansa Enerjiyê ya Îraqê ku tê de jîngeh, çavkaniyên enerjiyê û cihêrengiya aborî tên nîqaşkirin, doh li Bexdayê dest pê kir û îro jî berdewam dike.

Hevkar û sponsorê medyayî yê konferansê Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

“Kêmasiya sotemeniyê astengiya herî mezin e”

Wezîrê Elektrîkê yê Îraqê Ziyad Elî Fazil ku di roja duyem a konferansê de axivî, diyar kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên di hilberîna elektrîkê de nebûna sotemeniya pêwîst e ku santralên elektrîkê bixebitin.

Ziyad Elî Fazil got ku heta niha wan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hewlên zêde dane.

Planên stratejîk ên ji bo pirsgirêka enerjiyê

Fazil, stratejiyên ku dê ji bo çareserkirina krîza enerjiyê werin pêkanîn wiha rêz kirin:

Hilberîna gaza xwecihî: Zêdekirina hilberîna gaza xwecihî li Îraqê û teşwîqkirina hilberînî di vî warî de.

Kêmkirina girêdayîbûna bi hawirdeyê: Kêmkirina hêdî hêdî ya hawirdeya gazê ji derveyî welêt.

Hawirdeya elektrîkê: Zêdekirina danûstandina elektrîkê bi welatên cîran û Herêma Kurdistanê re.

Çavkaniyên enerjiya venûker: Hilberînên di çavkaniyên venûker de wekî enerjiya rojê û ba.

Projeyên nû yên elektrîkê

Ziyad Elî Fazil da zanîn ku li Îraqê niha projeyên nû ji bo hilberîna 2 hezar û 300 megawat elektrîkê tên meşandin.

Her wiha wî eşkere kir ku dê bi şirketa Masdarê ya bi navenda xwe li Emîriyên Erebî yên Yekbûyî re li hev bikin ji bo projeyeke nû ya enerjiyê ya 2 hezar megawatî.

Hikûmeta Îraqê armanc dike ku li seranserê welêt kapasîteya hilberînê ya zêde ya 15 hezar megawatî ava bike.

Her wiha dema ku proje biqedin dê hilberîna elektrîkê ya giştî bigihêje 30 hezar megawatî û ev jî dê dana elektrîkê zêde bike.

Bi gotina Ziyad Elî Fazil ew pêşbînî dikin ku her sal dê 3 hezar megawat hilberîna zêde were kirin.

Xwesta elektrîkê û kêmasî

Wezîrê Elektrîkê yê Îraqê ragihand ku havîna borî xwesta elektrîkê gihiştibû 48 hezar megawatan lê tenê şiyana hilberîna 20 hezar megawatan hebû.

Wezîr diyar kir ku tê payîn havîna bê xwesta elektrîkê bigihîje 50-55 hezar megawatan lê hilberîn dê di navbera 28-29 hezar megawatan de bimîne.

Li gorî vê yekê, kêmasiya elektrîkê ya welêt dê bigihîje nêzîkî 26 hezar megawatan.

Wî da zanîn ku ji bo dabînkirina vê kêmasiyê, xebat li ser vegihastina enerjiyê ji welatên cîran û Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Hawirdeya gazê û hevkariya bi Herêma Kurdistanê re

Fazil eşkere kir ku li ser hawirdeya gazê ya ji Tirkmenistanê rêkeftin hene û tê nirxandin ku ev gaz bi rêya Îranê bigihîje Îraqê.

Li gorî gotina Fazil ji bo ji Qere gaz were hawirdekirin pêwîstî bi bingeheke teknîkî heye û xebat li ser vê mijarê berdewam dikin.

Fazil detsnîşan kir ku niha Îraq bi gaza ji Îranê hawirde dike 8 hezar megawat elektrîkê hildiberîne û divê ev girêdayîbûn bi demê re bê kêmkirin.

Li gel Herêma Kurdistanê hevkariyeke xurt a enerjiyê heye

Ziyad Elî Fazil da zanîn ku di warê enerjiyê de hevahengiyeke xurt di navbera wan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye û ragihand ku şirketek li herêmê gaza xwezayî hildiberîne û bi bihayekî guncav difiroşe.

Fazil got, "Şirketeke li Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke baş gaza xwezayî hildiberîne.

Firotina vê gazê û bidestxistina wê bi bihayekî guncav e. Ev şirket gazê dide Herêma Kurdistanê."

Wezîrê Elektrîkê yê Îraqê destnîşan kir ku di çarçoveya siyaseta dewletê de hevahengiyeke bilind di navbera wan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye û got:

“Ev şirket dikare rojane 100 milyon cubic feet gaza xwezayî dabîn bike û ev gaz dikare li Kerkûk, Mûsil û parêzgehên din bê belavkirin."

Fazil da zanîn ku danûsitandina enerjiyê ya di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de zêde bûye û ev hevkarî dê ji bo her du aliyan jî baş be û got:

"Di warê danûsitandina enerjiyê de pêwendiyên me yên xurt bi Herêma Kurdistanê re hene.

Çi em vê hevkariyê wekî hevahengî bi nav bikin û çi  wekî kirînê bi nav bikin, ya girîng ew e ku ev mijareke bingehîn e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst