Bexda (Rûdaw) – Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya îro de, bêyî amadebûna Kurd û Sunniyan, xwandina yekem ji bo projeyasaya bûceya sala 2018ê ya Iraqê kir. Serokê Fraksyona YNKê jî dibêje: "Me guman li ser rêjeya yasayî ya civînê heye."
Civîna parlamentoya Iraqê û gotûbêjkirina projeyasaya bûdceyê di civîan îro de, di demekê de hat sazkirin, ku parlamenterên Kurd û Sunnî li dijî wê projeyasayê ne û daxwaza guhertinan têde dikin û ji ber wê jî civîn baykot kirin.
Serokê Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li parlamentoya Iraqê, Arêz Ebdullah derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, parlamento di civîna îro de bêyî amadebûna parlamenterên Kurd û Sunnî dest bi gotûbêjkirina projeyasaya bûdceya sala 2018ê ya Iraqê kir û xwandina yekem ji bo wê projeya yasayî encam da.
Arêz Ebdullah herwiha dibêje, wan guman li ser rewatiya civîna îro ya parlamentoyê heye û diyar kir: "Me guman li ser rêjeya yasayî ya civîna parlamentoyê heye."
Bi gotina Arêz Ebdullah, “pêştir dihat gotin ku eger parlamento xwandina yekem ji bo projeyasaya bûdceyê bike, hikûmet dê daxwaziyên fraksyonan ên derbarê bûdceyê de li ber çav bigre, lê belê ez ne di vê baweriyê de me, ku hikûmet daxwaziyan cîbicî bike.”
Serokatiya parlamentoya Iraqê di civîna îro de biryar da, ku roja Çarşemiya bihê parlamento cardin bicive.
Kurd û Sunnî û beşek ji parlamenterên Şîe rexne li projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê digrin û daxwaziyên wan hene. Fraksyonên Kurdistanî jî rijd in li ser terxankirina pişka %17 ji bûdceyê bo Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse