Serokwezîrê Spanyayê bi serdaneke fermî li Îraqê bû

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Spanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Spanyayê li Bexdaya paytexta Îraqê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hevdîtineke taybet encam da.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê de hat gotin:

“Her du serkirdeyan li ser pêwendiyên dualî, hevahengiya li ser pirsgirêkên herêmî û navneteweyî û mijarên berjewendiyên hevpar gotûbêj kirin.”

Di hevdîtinê de derfeta hevkariya di navbera Madrîd û Bexdayê de, bi taybetî di warên aborî û veberhênanê de jî hat gotûbêjkirin.

Her du serkirde beşdarî civîneke ji bo xwediyên karsaz û kompanyayên Îraqî û Spanî jî bûn.

Îraq û Spanyayê ji sala 1946an ve pêwendiyên xwe yên dîplomatîk danîne.

Di sala 1955an de li Bexdayê Balyozxaneya Spanyayê hat avakirin.

Ji sala 2015an ve li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê, Spanya bû endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê û piştevaniya hêzên çekdar ên Îraqê dike.

Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdullah sala borî bi Balyozê Spanyayê yê Îraqê Pedro Martinez re civiyabû û ragihandibû ku armanca Bexdayê ji bo zêdekirina pêwendiyên dualî û hevkariya bi Madrîdê re di warên çandî û aborî de heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst