Mike Pompeo bi serdaneke çaverênekirî gihişt Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi serdaneke çaverênekirî, gihişte binkeya serbazî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdanene çaverênekirî encam da bo Iraqê û gihişt binkeya serbazî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê li wî welatî.

Heta niha derbarê serdana Pompeo de ti hûrgûlî û zanyariyek nehatiye belavkirin, lê ev serdan di demekê de ye ku şeva derbasbûyî serbazgeha K1 a li Kerkûkê ku hêzên Amerîkî jî tê de ne, rastî êrişa bi moşekan hatibû.

Di wê êrişa bi moşek û hewanan de li ser binekya serbazî ya K1, karmendekî Amerîkî li wê binkeyê hatibû kuştin.

Heta niha ti aliyekê berpirsyariya wê êrişê li xwe negirtiye.