Serokwezîrê Vatîkanê serdana Deşta Neynewa kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin serdana bajarokên Kirmlês û Bexdîda yên li navçeya Hemdaniye ya ser bi Deşta Neynewa kir.

 

Heta niha nêzîkî ji sedî 50 ji xelkên bajar û bajarokên Krîstiyanan ên ser bi Deşta Neynewa koçber in, tevî wê yekê jî Krîstiyanên deverê bi girseyî pêşwazî li Kardînal Pietro Parolin kirin.

 

Deverên wan ên wêrankirî li ser rewşa şer û zehmetiyên ku têde derbasbûne şahid in, çiqlên wan ên zeytûnan rengvedana xwestik û hêviyên wan in.

 

Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin piştî gerekê di nav bajarê Bexdîda de ango Qerqoş nimêja ligel xelkê li Dêra Eltahira kir.

 

Kardînal Pietro Parolin diyar kir: “Bêguman hebûna min li vir serprîzek bû ji bo min, ez mat mam ji baweriya van kesan û yên derdora wan jî, beriya niha proja me ji bo alîkariya kesên hejar hebû niha jî emê berdewam bin li ser alîkariyên xwe û vê carê emê alîkariyê zêde bikin daku Krîstiyan vegerin deverên xwe.”

 

DAIŞ li Deşta Neynewa nemaye lê Krîstiyan  vê deverê dibêjin piştî DAIŞ gelek belgeyên sexte hatine çêkirin ku bi wê hincetê malên wan ji wan têne standin, di heman demê de ew dibêjin ku Hikûmeta Navendî di çaresrkirina pirsgirêkên wan de xemsar e.

 

Serokwezîrê Vatîkanê serdana xwe li navenda qezaya Hemdaniyê bi dawî kir û berê xwe da bajarê Mûsilê. Piştî vê serdanê çavên Krîstiyanên Iraqê û Başûrê Kurdistanê li serdana Papayê Vatîkanê ye.