Girtîgeh teqandin, girtiyên tê de jî ji hev belav kirin!

 

Mûsil (Rûdaw) – Hat zanîn ku DAIŞê beriya teqandina Girtîgeha Badoşê ya Mûsilê, 300 girtiyên wê zîndanê derbasî Sûriyê kiribû.

 

DAIŞê du roj berê Girtîgeha Badoşê ya Mûsilê ku duyemîn zîndana Iraqê ye, teqandibû.

 

Kargêrê Liqa 14 a PDKê li Mûsilê, Seîd Memozînî ji Rûdawê re got, DAIŞê beriya ku girtîgehê biteqîne 300 girtiyên wê zîndanê derbasî bajarê Reqayê yê Sûriyê kiribû, beşek ji wan jî li Mûsilê û devera Guwêrê hîştiye.

 

Seîd Memozînî anî ziman ku hinek ji wan girtiyan hatine kuştin lê hejmara kuştiyan nayê zanîn.

 

Piştî ku DAIŞê meha Hezîrana îsal bajarê Mûsilê girt, Girtîgeha Badoşê jî xistibû destê xwe.

 

Li gorî rapora NY, DAIŞê wê demê herî kêm 600 girtiyên erebên şîe û kurdên êzîdî yên wê girtîgehê komkuj kiribû.