Komîsyona Hilbijartinan: Li Neynewayê hejmartina destî ya dengan encam neguherand

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, proseya hejmartina dengên parêzgeha Neynewayê bi dawî hat û encamên wê jî weke encama elektronî bûn.

Berdevka Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, Cumane Xelay roja Çarşemê 27ê Cotmeha 2021an ji Rûdawê re ragihand, “Hejmartina destî ya 102 wêstgehên dengdanê li parêzgeha Neynewayê bi dawî hat ku îtîraz li ser wan hatibûn pêşkêşkirin, encam jî weke xwe bûn.”

Piştî bidawîbûna proseya hejmartina destî ya dengan li parêzgeha Neynewayê, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Hejmartina dengên wan wêstgehên îtîraz li ser wan hebû, bi amadebûna nûnerên berbijêran, çavdêrên navdewletî û rojnamevanan bi dawî hat, encamp jî dê ji bo encûmena komîsyaran bê şandin, daku biryara pêwîst li ser bidin.”

Komîsyona Hilbijartinan herwiha roja 21 Cotmehê ragiahdibû ku 174 îtîrazên ku derbarê proseya dengdanê de hatibûn tomarkirin, hatine redkirin û 7 îtîraz jî hatine qebûlkirin, ku yek ji wan li sînorê parêzgeha Hewlêrê ye. Li gor komîsyonê, ji îtîrazên qebûlkirî, 3 ji wan li parêzgeha Neynewa, du li Bexdayê, 1 li Besra û 1 jî li Hewlêrê bûye.

Komîsyonê herwiha daye xuyakirin, ku ew dê derbarê îtîrazên li ser proseya dengdanê û encamên wê, raporta rojane belav bikin.

Li parêzgeha Neynewayê, di hilbijartina 10ê Cotmeha îsal de PDKê 10 kursî û YNKê ( li ser navê Hevpeymaniya Kurdistanê ku ji YNK û Goranê pêk tê) kursiyek, Kurdan bi giştî 11 kursî bidestxistine.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, taneyên parêzgeha Hewlêrê 19 tane bûn, 18 ji wan hatin redkirin, tenê yek îtîraz maye ku li ser bazneya yekê ye û ji aliyê YNKê ve hatiye pêşkêşkirin, lê bi egereke mezin ew îtîraz jî bê redkirin, ji ber ku dengên wê wêstgehê bi dest hatin hejmartin û encam weke xwe bû.

Li aliyekî din, Komîsyona Hilbijartinan ragihandiye ku îro Pêncşemî 28ê Cotmeha 2021an proseya hejmartina dengan ji bo wan wêstgehên parêzgeha Babilê destpê dike ku ji aliyê berbijêrên serneketî ve îtîraz li ser encamên wan hatine pêşkêşkirin.

Komîsyonê destnîşan kiriye, roja Înê 29ê Cotmehê jî proseya hejmartina destî ya dengan li parêzgehên Mîsan, Diyale û Navçeya Resafe ya Bexdayê berdewam be.