Bi dehan kes miribûn: Serokwezîrê Îraqê çû cihê karesatê

28-09-2023
Nîşan Hemdaniye Dawet Şewat Serokwezîrê Îraqê Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, çû qezaya Hemdaniyeyê.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, çû qezaya Hemdaniyeyê ku vê karesata mezin lê rû daye.

Şiya Sûdanî, li nexweşxaneyên qezayê birîndar ziyaret kirin.

Ofîsa Serokweziriyê ya Îraqê da zanîn ku dê Şiya Sûdanî here hola ku agir pê ketibû û li wê derê vekolînan bike.

Li aliyê din, Serokwezîrê Îraqê ragihandibû ku dê qerebûyê bidin malbatên qurbaniyan.

Tedbîrên ewlehiyê kêm mane

Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Evdilemîr el-Şemerî jî dabû zanîn ku tedbîrên ewlehiyê yên li hola dawetê kêm mane.

Evdilemîr el-Şemerî herwiha amaje pê kiribû ku wan li ser vê bûyerê 14 kes desteser kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst