Şewata li dawetê: Cenazeyên 48 kesan tên veşartin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hemdaniyeyê cenazayên 48 kesên ku li hola dawetê canê xwe ji dest dabû tên veşartin.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Şeva borî termên gelek kesan hatibûn binaxkirin.

Îro jî 48 kes li Goristana Qiyamê ya li Hemdaniyeyê tên veşartin.

Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran da zanîn piraniya kesên ku îro tên veşartin jin û zarok in.

Xizmên qurbaniyan di kêliyên veşartina hezkiriyên xwe de bêhiş ketin.

Li aliyê din, ji ber vê karesata ku rû daye li parêzgeha Nînowayê, “7 roj şîn” hatibû ragihandin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî li seranserê Îraqê “3 roj şîna giştî” ragihandibû.