Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê: Em teqînên îro yên Îranê şermezar dikin

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan YNK Êrîşên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê êrîşên îro yên Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir û got, “Em van êrîşan weke pêşhateke metirsîdar ji bo aramî, ewlehî û serweriya xaka Iraqê dibînin.”

Fraksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê îro Çarşemê 28ê Îlona 2022an, daxuyaniyek li ser êrîşên Îranê yên ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê da û ragihand, “Em bombebaranên îro yên Komara Îslamî ya Îranê li ser navçeyên Iraqê û Herêma Kurdistanê şermezar dikin ku di encamê de kuştî û birîndar hene û tirs û xof belav kiriye di nav milet de, her wiha hejmareke malbatan jî malên xwe terikandine.”

Fraksiyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê êrîşên Îranê wek “pêşhateke metirsîdar” bi nav kir û anî ziman, “Em van êrîşan ji bo aramî, ewlekarî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê weke pêşhateke metirsîdar dinirxînin û teqez dikin ku nabe xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna nearamiyê li ser welatên cîran were bikaranîn.”

Fraksiyona YNKê di daxuyaniyê de daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina êrîşên welatên cîran li ser xaka Iraqê werbigire û anî ziman, “Sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Îro Çarşemê 28ê Îlona 2022an, baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê dron û mûşekên Îranê ve hatin armanckirin. Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Xalid Ezîzî ji Rûdawê re ragihand, Supaya Pasdaran mûşekên curbicur bikar anîne û got, derdora dibistana zarokan a li Koyê hat bombebarankirin, herêmên ku hatine bombebarankirin ne herêmên leşkerî ne, yên sivîl in.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Aram Muderîsî ji Rûdawê re ragihand, “Îro danê sibê Îranê bi dronan em bombebaran kirin.”

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebarana Îranê de heta niha 9 kesan canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst