Wezareta Derve ya Iraqê: Em dê balyozê Îranê bangî wezaretê bikin

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Wezareta Derve ya Iraqê Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ji ber bombebarana Îranê ku bandor li ser Herêma Kurdistanê kiriye, ew dê bi lezgînî balyozê Îranê li Bexdayê bangî wezaretê bikin û nota nerazîbûnê bidin wî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf di daxuyaniyeke kurt de got: “Dê bi lezgînî Balyozê Îranê yê li Bexdayê were gazîkirin daku ji ber operasyona bombebarana berdewam nota tund a nerazîbûnê bide wî.”

Sibe îro Çarşembê 28ê Îlona 2022an Îranê hejmarek binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bombebaran kirin.

Li gor agahiyan, di êrîşên îro de binke û baregehên Komeleye Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Zirguwêz a parêzgeha Silêmaniyê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koye ya Hewlêrê, û Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) li Şêrawa ya Pirdê li ser rêya Kerkûk-Hewlêrê hatine armanckirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî herî dawî di bultena saet 15:00an a Rûdawê TV de ragihand, di encama êrîşên Îranê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

 

Tê nûkirin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst