Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê li Bexdayê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat gihişt Bexdayê.
Omer Bolat, bi alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mihemed Temîm re civiya.
Biryar e Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat roja çarşemê bê Hewlêrê jî.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat îşev gihişt Bexdayê.
Omer Bolat li Bexdayê bi alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mihemed Temîm re civiya.
Tê çaverêkirin Omer Bolat roja sêşemê li gel Serokkomarê Îraqê Ebulletîf Reşîd û Serokwezîrê wî welatî Mihemed Şiya Sûdanî jî bicive.
Li gorî zanyariyan, Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat dê roja çarşemê bê Hewlêrê û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar jî roja 24ê Tebaxa hatibû Hewlêrê û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevditîn kiribûn.
Piştî ragirtina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Îraqê çend caran danûstandin li ser hinartina petrolê kirine lê heta niha negihiştine ti rêkeftinekê.