Macron bo Nadya Mûrad: Em dest ji we bernadin

29-08-2021
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Nadya Mûrad Êzidî Kurd Serdana Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li gel aktîvîsta Kurd a Êzidî ya rizgarbûya destê DAIŞê û wergira Xelata Nobel a Aştiyê Nadya Mûrad civiya û ragihand, “Parastina jinan xebatek e, em dê bi hev re bikin. Em dest ji we bernadin.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî civîna li gel Nadya Mûrad, li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û tekez kir, “Em dest ji we bernadin.”

Peyama Macron bi vî awayî ye, “Wekî dema em li Lûtkeya G7 li Biarritz, û li Foruma Nifşê Wekheviyê li Paris civiyan, di vê kêlîka ku em li vir, li Iraqê, dicivin, û sibe li kêlek xwîşkên te yên Kurd, ên Êzidî, ez careke din, bi hêz, dibêjim: Em dest ji we bernadin!”

 

 

Serokomarê Fransayê Emmaneul Macron îro di Lûtekeya Bexdayê de jî behsa rewşa Kurdên Êzidî kir û got, “Şingal navçeyek e hûn gelekî li ser axivîne û vê dawiyê jî we serdana wê kiriye, bi taybetî bîrkirina li Kurdên Êzidî, ku heta niha sed hezar ji wan koçber in. Me ligel Nadya Murad kar kir, em destxweşiya pabendbûna wan dikin, rewşa niha ya Êzidiyan cihê mixabiniyê ye, hêvîdar im tiştê ku li kongireyê dibe reşnivîs, bibe sedema baştirkirina rewşa jiyana wan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst