Macron: Ez dê li gel cengawerên Kurd ku şerê DAIŞê kirin bicivim

28-08-2021
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Fransa Kurd Herêma Kurdistanê Serdana Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew dê vê êvarê serdana Hewlêrê bike û diyar kir ku ew dê li gel “cengawerên Kurd” ku şerê DAIŞê kirin û berpirsên Kurd bicive. Macron herwiha eşkere kir ku ew dê serdana Mûsilê jî bike û bi kesayetên civaka Êzidî û Krîstiyan re jî bicive.

Lûtkeya Bexdayê ya ji bo hevkarî û hevbeşiyê, ji piştî 2003an ve berfirfehtirîn civîna serok û wezîrên derve yên 9 welatan e li Iraqê. Armanca Lûtkeya Bexdayê jî ew e ku Iraq roleke navbeynkariyê di kêşe û milmilaneyên navçeyên de bibîne.

Di dawiya Lûtkeya Bexdayê de Serokomarê Fransayê di konferanseke rojnamevanî de axivî û tekez kir ku vekişîna wan ji Iraqê ne girêdayî Amerîkayê ye û hindî ku hikûmeta Iraqê pêwîst bibîne, ew dê hêzên xwe bihêlin.

Derbarê rewşa Efxanistanê de jî Macron got, “Heta niha me 2 hezar û 800 kes Fransî û beşeke zêde jî Efxanî ji Kabulê derxistine. Gelek malbat li Efxanistanê hene ku di nav tirsê de dijîn û divê bên veguhestin.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron tekez kir, “Em piştevanên pêkhateyên Iraqê dibin bi taybetî jî Kurd” û got jî, “Em piştevaniya hilbijartinên Iraqê dikin.”

Serokomarê Fransayê herwiha ragihand, “Ez dê êvarî serdana Hewlêrê bikim û li gel serkirdeyên Kurd bicivim” û Macron amaje bi şerê Pêşmerge yê li dijî DAIŞê jî kir û got, “Ez dê li gel cengawerên Kurd ku şerê DAIŞê kirin bicivim.”

Serokomarê Fransayê ku vê êvarê digihije Hewlêrê, sibe Yekşemê dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst