Kazimî: Em qebûl nakin axa Iraqê ji bo pevçûnên herêmî were bikaranîn

28-08-2021
RÛDAW
Nîşan Mistefa Kazimî Konferansa Bexdayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got “Em qebûl nakin ku axa Iraqê wek meydana pevçûnên heremê bê bikaranîn.”

Lûtkeya Bexadayê Bo Hevkarî û Hevbeşiyê de li paytexta Iraqê Bexdayê bi beşdariya 8 welatn destpê kir.

Serokwezîr Iraqê Mustafa Kazimi axaftina vekirina lûtkeyê kir û got “Ev lûtkeya ku îro li Bexdayê tê kirin vîzyona têkiliyên ku Iraq dixwaze bi welatên din re çêbike nîşan dide.”

Kazimî diyar kir ku Iraq di demên berê de bi pirsgirêk û xetereyên cihêreng re rû bi rû maye û dibêje “Kanferansa Bexdayê perspektîfa me ya ji bo pêşxistina têkiliyên herî baş bi cîhanê re nîşan dide. Gelê Iraqê bi piştgiriya navdewletî terorê têk bir.”

Kazimî wiha berdewam kir “Weke Iraq, em qebûl nakin axa me bibe qada êrîş, pevçûnên herêmî û navneteweyî. Di rojên derbasbûyî de min serdana herema Şingalê ya girêdayî Mûsilê kir. Li Şingal û her derê welatê me tevî hemû metirsiyan, em dixwazin jiyanê vegerînin rewşa normal. Em careke din venagerin şer û aloziya bi welatên cîran û dost. Di navbera me de gelek warên hevkariyê hene. Neyeta pak û hevkarî ji bo herêma me û aştiya cîhanê girîng e.

Kazimi diyar kir ku wan li Iraqê derî ji bo veberhênana biyanî ya navneteweyî vekiriye û wiha berdewam kir “Dema ku me hikûmet girt ser milê xwe, me soz da gelê xwe ku Iraq dê rola xwe ya pêşeng li herêmê bi dest bixe. Em qebûl nakin ku axa Iraqê wek meydana pevçûnên heremê bê bikaranîn. Hemû şêweyên terorîzm û tundrewiyê li her kesî gef e. Em daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku piştgiriya hilbijartinên dahatî yên Iraqê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst