Bi Konferansa Bexdayê Iraq dixwaze roleke navbeynkar bigre

28-08-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Konferansa Bexdayê
A+ A-

Hewlêr Rûdaw) - Iraq dixwaze bi rêya Konferansa Bexdayê roleke navbeynkar di navebera welatên navçeyê de bigêre

Iraq ku bo demê çendîn  salan  bûye meydana milmilaneya beşeke welatên herêmî û cîhanî, dixwaze di Konferansa Bexdayê  bo hevkarî û hevpariyê de, wan hêzan kom bike û roleke navbeynkar di navbera wan de bigêre.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa kazmî dibêje"Konferansa Bexdayê bo hevkarî û hevpariyê, ku bi beşdariya fireh ya herêmî û navdewletî birêve diçe, rengvedaneke siyaseta erênî ya Iraqê ye ku deriyên xwe ji bo bi hev re karikirinê ligel hemû hevrêyên xwe, vekiriye; herwiha amadehiya Iraqê bo gêrandina wê rolê, li ser asta herêmî û navdewletî pêşan dide."

Siudîye û Îran, du welatên bi bandor yên Rojhilata  Navîn in ku li  Yemen, Lubnan û Behreyn, li dijî hevdû kar dikin, bi navbeynkariya Iraqê di demê çend mehên derbasbûyî de, li Bexdayê danûstandin encam dane, ji bo ku peywendiyên xwe yên dîplomasiyê asayî bikin, ku ji sala 2016an ve hatine qût kirin.

Di Encûmena Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî de pesna wê rola Iraqê tê dayîn û ji bo aramiya navçeyê bi girîngî tê danîn.

Cîgira Balyozê  Herdemî yê Rusya li Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî Anna Estignîva got "Em pêşwaziyê li zêdebûna rola Bexdayê di karûbarên herêmî û Erebî de dikin. Bi nêrîna min divê navçe pêngav bi pêngav ber bi aramiyê ve biçe, ev jî bi beşdarkirina yeksaniya hemû aliyên herêmî û ew ên din jî , di kêmkirina milmilaneyê de."

Serokkomarê Misir û Şahê Urdinê ragihandine ku beşdariyê di lûtkeyê de dikin. Vexwendname ji bo serokkomarê Tirkiyê jî hatibû şandin, lê beşdar nabe.

Serokkomarê Fransayê jî weku take serkrideyê bilind yê derveyî Rojhilata Navîn di konferansê de beşdar dibe.

Cîgira Balyozê  Herdemî yê  Fransa li Encûmena Ewlehiya Netewên Yekbûyî “Ew Konferansa herêmî ku biryare di 28ê Tebaxê de li Bexdayê birêvebiçe, ku ji aliyê serokwezîrê Iraqê û Serok Macron ve serokayetiya wê tê kirin, dibe derfetek bo Iraqê, ku xwe weke cemsera aramiyê li navçeyê pêşan dide. Fransayê baweriyeke temam heye ku hebûna rojhilateke navîn ya aram, bi hebûna Iraqeke aram û xwedî serwerî ve girêdayî ye."

Mijara serekî ya Konferansê bi hev re ji bo aramiya navçeyê karkirin e.

Vexwendname ji bo nûnerên Amerîka û welatên Ewropa jî hatine şandin ji bo ku ligel Îranê di yek jorê  de qala wê mijarê bikin. 

Ev di demekê de ye, Amerîka û Hevpeymanên Rojavayî, ji ber Bernameya Atomî û mûşekên balîstî û hevkarîkirina grûpên çekdar li Rojhilata Navîn, nakokî ligel Îranê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst