Berbijêrê serokwezîriya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kî ye?

Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê Çarçoveya Hemahengiyê ya Iraqê ji bo serokwezîriya hikûmeta nû Mihemed Şiya Sûdanî li bajarê Emare ya navenda parêzgeha Mîsan ji dayik bûye ku di sala 2004an de qaymeqamê wî bajarî bû. Mihemed Şiya Sûdanî endamê encûmena parêzgeha Mîsanê bû û piştre bû parêzgarê wî bajarî.

Hevalên Mihemed Şiya Sûdanî behsa çîroka jiyana wî ji zaroktiyê ve heta ku gihîşte wê yekê ku sê caran bû parlamenter û di dema çend salên borî de, çend wezaret jî bi dest xistin, dikin.

Endamê berê yê Encûmena Parêzgeha Mîsanê û hevalê Sûdanî Heyder Mewla anî ziman, “Ne di xeyala birêz Mihemed Sûdanî de bû ku bibe serokwezîr, tevî ku karînên wî baş in ku yek ji karînên wî ew ezmûna wî ya kombûyî heye, ji bilî xwendina wî li nav Iraqê û ji seretayî û amadeyî û xwendina zanîngehê jî ku li Kolêja Çandiniyê ya Besreyê bû. Tê gotin ew hikûmeta ku pêk bê bêhtir ji şeş mehan xwe nagire, ev axaftin hene û tê çaverêkirin ku bûyer û xwepêşandan hebin lê eger birêz Mihemed Şiya Sûdanî bikaribe baweriyê bi dest bixe û wan metirsiyan bide alî yan bi kêmanî peyameke baş bide kolanên Iraqê, bi nerîna min, ew gotarên bi wî awayê tund ê berê namînin û kêm dibin. Xelk dixwazin, li ser zeviyê û di rastiyê de, rewşa nû û guherîna rasteqîne bibînin, eger ew guherîn çêbûn, bi saya Xwedê rewş gelekî asayî dibe.”

Li Taxa Hisêna a kevn, li naverasta bajarê Emare, li vê taxê malbata Sûdanî, bi dehan salan e û heta niha jî dijîn.

Xaniyê berbijêrê Çarçoveya Hemahengiyê ji bo serokwezîriya hikûmeta nû Mihemed Şiya Sûdanî guherîn bi ser de nehatiye, ji dema ku berî sih salî ve hatiye dirustkirin.

Ew wêneya berê hatiye belavkirin ku xaniyê wî ye, ne rast bû, ew xaniyê cîranê wî bû ku piştre hate nûkirin, bûye bi vî awayî.

Di dema gera li nav bazarên bajêr de, nerînên welatiyên Mîsanê dabeş bibûn, derbarê berbijêrkirina Sûdanî, di navbera alîgir û dijberan de, di demekê de hinek kesan bêalîtî hilbijart û çaverê ne da bizanibin rojên bên çi çêdibe.

Welatiyekî Mîsanî Kerar Bedrî anî ziman, “Pirs giran û aloz e, pêwîstî bi qayilkirina hemû frakisyonan heye, pêwîstî bi wezîrê bêalî û teknokrat heye, bi derbirrîneke rastir ku bandora serokwezîr li ser kolanê hebe û bikaribe serkeftî be lê bi asteke ne gelek, ji ber ku gelekî pêwîstiya wî bi demê heye.”

Masîfiroş Um Ebas got, “Bi saya Xwedê dibêjim ku em başiyê jê dixwazin û em westiyane û pêwîstiya welatiyan bi alîkariyê heye.”

Welatiyekî Mîsan Neîm Liêbî anî ziman, “Em tiştekî jê naxwazin, tenê elektrîkê û av û peydakirina kar nebin ji bo bêkaran û damezrandina derçûyan, her kesekî pak ku me hukim bike em piştgiriya wî dikin.”

Ev yek di demekê de ye, gelek hêvî bi başbûna rewşa debara jiyana vî bajarî heye ku li gorî amarên fermî, bêhtir ji 45 ji sedî ji nişteciyên wî bajarî li jêr hêla hejariyê ne.