Sedr ji ber qanûna têkildarî Îsraîlê Berhem Salih rexne kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr bi tundî Serokomarê Iraqê Berhem Salih rexne kir û ragihand, “şermezarî ye ku Serokkomarê Iraqê qanûna tawanbarkirina asayîkirina peywendiyan bi Îsraîlê re red dike û îmze nake” û diyar kir, “Şerm e bo milletekê ku serokê wê alîgirê normalîzekirinê û kesekî ne niştimanî be.”

Muqteda Sedir îro 28ê Hezîrana 2022an li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya twitterê de ragihand: “Gelek gelek şerm e, ya jê re dibêjin Serokomarê Iraqê (Berhem Salih) red bike ku qanûna tawanbarkirina asayîkirina peywendiyan bi Îsraîlê re îmze bike.”

Sedr herwaha dibêje, pir eyb e ji bo gelekî ku serokê wê li gel asayîkirina pêwendiyan û neniştimanî be û dûvikê rojava yan jî rojhilat be.

Sedr herwiha destnîşan dike, ji ber berbijêrkirina Berhem Salih bo posta Serokkomariyê di demên berê û paşerojê de, ew lêborînê ji gelê Iraqê dixwaze.

Roja 26ê Gulana 2022an, parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan navê qanûna "Qedexekirina Asayîkirin û Damezrandina Têkiliyên bi Statuya Siyonîst re" bo qanûna "Tawanbarkirina Asayîkirina Peywendiyan bi Statuya Siyonîst re " guherand û ev qanûn pesend kir.

Pêşnûmeya qanûnê di 24ê Nîsana 2022an de ji aliyê Fraksyona Sedr ve hatibû pêşkêşkirin û 11ê Gulanê di civîna parlamentoya Iraqê de xwendina yekem jê re hatibû kirin.

Ev yasa hemû corên têkiliyan bi Îsraîlê re qedexe dike, eger ew têkilî ji aliyê hemwelatiyên Iraqê yên li hundirê welat an jî li derveyî welat be yan jî ji aliyê berpirsên sivîl û leşkerî be, yan jî ji aliyê biyaniyên ku li Iraqê akincî ne.

Iraq yek ji wan dewletan e ku heta niha jî Îsrîalê nas nake û ti peywendiyek di navbera Bexda û Tel Avîvê de nîne. Piraniya hêzên siyasî yên Iraqê jî normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re red dikin.