Enbar- Şaneyeke veşartî ya DAIŞê hat girtin

28-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên ewlekariyê yên Iraqê şaneyeke veşartî ya çekdarên DAIŞê li bajarê Enbarê girtin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê jî dibêje, wezîrê navxwe biryar daye ku perwerdeyên nû bidin hêzên polîsê Enbarê.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Sead Mean ragihand: “Di encama operasyonên hêzên ewlekariyê yê parêzgeha Enbarê de 40 çekdarên DAIŞê ku di nava şaneyeke veşartî ya wê rêxistinê de bûn li navçeyên Amrîye, Feluce û Hebaniye hatine girtin.”

Seadî Mean wiha got: “Piştî lêkolînan jî ew çekdar mikur hatine ku wan berdewam hewla têkdana rewşa wê navçeyê û karên tûndiyê dane.”

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê wiha wiha domand: “Beşekî wan şaneyên veşartî yên DAIŞê ew kes in ku ji zîndanên derdora bajarê Rumadiyê reviyane û niha bi alîkariya rûniştvanan û gerîn û lêkolînê hêzên ewlekariyê rojane bi dehan endamên DAIŞê têne girtin.”

Wezîrê Navxwe yê Iraqê biryar daye ku yekeyên polîsên Rumadî bike 6 beş û perwerdeya nû jî li ser teknîkên şer yên nû bidin wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst