Zarokek bi dizî kete firokexaneyê: Dixwazim ji nêzik ve ewran bibînim

Hewlêr (Rûdaw) – Li Necef a Iraqê zarokekî di bin 10 salî de bi dizî ji heft xalên pişkinînê li Firokexaneya Navdewletî ya Necefê ku duyemîn firokexaneya herî mezin a Iraqê ye, derbas bûye û li firokeyeke Îranê siwar bûye. Wî zarokî ji Rûdawê re anî ziman, “Xeyala min ew e ku ji nêzik ve ewran bibînim.”

Zarok 5 saetan li hemû beşên firokexaneyê geriyaye bêyî ku ji aliyê xebatkaran ve were rawestandin. Ew di dawiyê de eşkere dibe piştî ku bi xeletî li cîhê rêwiyekî din di firokeyê de rûniştiye.

Ew zarokê ku bi dizî li firokeyê siwar bû Zeyd Huseyn got, "Bisîklêteke min hebû, min bi 10 hezar dînaran li bazarê firot. Paşê ez li teksiyekê siwar bûm û min jê xwest ku min bibe parka firokexaneyê, paşê min xala pişkîninê û cihê pasaportê bi malbatekê re derbas kir, bêyî ku xebatkar hest bike ku ez bi tenê hatime. Ez li cihê rawestana rêwiyan mam heta ku min xwe gihande nav firokeyê. Ji wir, yek ji karmendên firokeyê bilêt ji min xwest û min jî got li cem min tune ye. Wan ez desteser kirim û xistime nav jûrekê. Min tenê dixwest bi firokeyê bigerim ji bo ku ji nêzik ve ewran bibînim.”

Zarok û ajokarê taksiyê hev nas nakin û plansaziyeke wî ya pêşwext jî tunebû. Yekane motîvasyona encamdana vî karî, xewna wî zarokî ya rêwîtiya bi firokeyê bû. Dayika Zeyd Huseyn ji Rûdawê re got, “Nexweşiyeke derûnî ya kurê min heye û di her warî de pir bilez e.”

Dayika Zeyd Huseyn anî ziman, "Kurê min nexweş e, di helwest û reftarên xwe de bi lez e. Di her warî de pir bilez e. Raporên wî yên bijîjkî hene ku dibêje ew ne berpirsiyar e ji tevger, bertek û helwestên xwe. Her wiha dixwaze her tiştî bizanibe û bigihêje her cihî. Berdewam li asman dinêre û çavên wî li ser firokeyan e, heta ku li ber çavan wenda dibin. Tiştê ku li firokexaneyê qewimî di vê çarçoveyê de bû. Heta xebatkarên firokexaneyê jî ferq nekirine. Çîroka parsekiya jinekê û parsekiya li firokexaneyê jî ne rast e."

Rêveberiya Firokexaneya Necefê ev xeletî qebûl kir û ketina zarokekî bo nava sîstema ewlekariya firokexaneyê weke karekî gelek metirsîdar pênase kir û diyar kir karmendên ku erkên xwe paşguh kirine dê werin cezakirin.

Rêveberê Firokexaneya Necefê Hikmet Ehmed ji Rûdawê re got, "Tiştê ku qewimî, têkdana ewlehiya firokexaneyê ye. Sîstem ji deriyê derve heta nav firokeyan dê werin guhertin. Lêkolîn berdewam in. Her karmendek ku xemsarî kiribe dê were cezakirin û hin jî dê ji kar werin derxistin. Civîna lijneyeke bilind a rayedarên firoxaneyê, parêzgarî û firokexaneyê de heye û em li benda encamê ne, nabe ev bûyer careke din dubare bibe.”