Parlamentoya Iraqê: Divê %10 dengan bi dest werin hejmartin

28-05-2018
RÛDAW
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Parlamentoya Iraqê têkildarî hilbijartinên 12ê Gulanê yên li wî welatî du biryarên giring dan, ku yek ji wan biryaran, hejmartina %10ê dengan bi dest e.

 

Parlamentoya Iraqê derbarê nirxandin û gotûbêjkirina encamên hilbijartinên 12ê Gulana îsal,roja Duşemî 28ê Gulanê civiya.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand, ku 165 parlamenter di civîna îro de amade bûn û bi vî awayî rêjeya yasayî ji bo destpêkirina civînê temam bû û civîn hat lidarxisti. Pêştir çend hewlên ji bo sazdana civîna parlamentoyê ji bo gotûbêjkirina mijara saxtekariyên di hilbijartinên 12ê Gulanê li wî welatî de sernektibûn.

 

Parlamentoya Iraqê di civîna îro de, derbarê encamên hilbijartinên 12ê Gulana îsal de du biryarên giring dan.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand, ku parlamentoya Iraqê biryara da ku dengên dengdana derve li wan cihên ku hatiye selimandin, ku saxtekarî hatiye kirin, werin betalkirin.

 

Parlamentoya Iraqê herwiha biryar da, ku ji sedî 10ê dengan li seranserê Iraqê bi dest werin cudakirin û hejmartin û eger ku di proseya dubare hejmartina dengan de, rêjeya saxtekariyê û ciyawaziya dengên aliyan gihîşte ji sedî 25an, hingê dê li seranserê Iraqê tevahiya dengan bi dest werin hejmartin.


Herwiha parlamentoya Iraqê biryar da, ku encamên dengdana mercdar li tevahiya parêzgehên Iraqê, ji bilî parêzgeha Neynewa (Mûsil), red bike.

 

Di civîna îro de, herwiha parlamenteran daxwaza dest ji kar berdana endamên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst