Parlamentoya Iraqê parêzgarî ji Esîl Nucêfî stand (Hat nûkirin)

28-05-2015
RÛDAW
A+ A-

Bexda (Rûdaw) -  Di civîna xwe ya îro de Parlamentoya Iraqê bi sedema xemsariya parêzgarê Musilê Esîl Nucêfî di rêvebirina karûbaran û kevtina Musilê, ji kar dûrxist.

 

Di dema dengdanê bo dûrxistina Parêzgarê Musilê Esîl Nucêfî de, li parlamentoyê alozî di navbera fraksiyona Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî û parlamenterên parêzgeha Musilê û Serokatiya parlamentoyê de derket û çend parlamenterên fraksiyona Dewleta Yasa û parlamenterên Musilê  bi gurmistan (boksan) li hev dan.

 

Derbarê biryara îro ya parlamentoya Iraqê de, parlamenterê kurd ê li Bexdayê Adil Nûrî ji Rûdawê re got, di dema dengdanê bo dûrxistina Nucêfî de alozî pevçûn di navbera parlamanteran de çêbû û çend parlamenetran jî bi kulman li hev dan.

 

Di civînê de, Nucêfî bi 169 dengên “belê” û bi 37 dengên “na” ji kar hat dûrxistin. Herwiha 10 parlamenteran jî ku di civînê de amade bûn, dengê xwe nedan.

 

Parlamenterê kurd ê li Bexdayê Şaxewan Ebdullah di wê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: "Dûrxistina Nucêfî ne yasyaî ye û mijareke kesî ye. Arîşeya kevn a navbera Malikî û Nucêfî ye û eger li dadgeha federal gilî ê tomarkirin, hinge bêguman dê biyara dadgeha federal di berjewendiya Esîl Nucêfî de be."

 

Derbarê wê yekê de ku gelo parlamenterên fraksiyonên Kurdistanî jî deng bi dûrxistina Esîl Nucêfî dan ya na,  Adil Nûrî got: "bi awayekî giştî parlamenterên kurd dabeş bibûn. Parlamenter hebû deng bo dûrxistinê deng dabû, kes hebû ku li dijî wê biryarê bû û parlamenter hebû ku dengê xwe neda."

 

Li gor gotina Nûrî, eger parlamenterên kurd li dijî dûrxistinê bana, Nucêfî nedihatin dûrxistin, çimkî jib o dûrxistina wî 163 deng pêwîst bû. Pisporê yasayî Tariq Herb di wê bareyê de ji Rûdawê re got: “Dûrxistina Nucêfî karekî yasayî ye û berovajî destûra Iraqê nîne”.

 

Guman tê kirin, Esîl Nucêf ku birayê Osama Nucefî Cîgirê Serokomarê Iraqê ye, di ketina bajarê Musilê de û kontrolkirina wê ji aliyê DAIŞê ve dest hebûbe ku di 10 ê Hezîran a par kete dest DAIŞê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst