Nêçîrvan Barzanî û Qasim Erecî rewşa ewlehiyê gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Erecî re civiya.

Qasim Erecî, ji bo hewla çareserkirina pirsgirêkan di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî û Qasim Erecî, di civînê de rewşa ewlehiya Îraqê, metirsiya êrişa terorê, bandora aloziyên herêmê yên li ser Îraqê gotûbêj kirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Her du aliyan tekezî li ser alîkarî û hevahengiya di nabera aliyên pêwendîdar ên Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.

Her du alî mijarên di warê asayîş û rûbirûbûna metirsiyên ewlehiyê de pêwîstiya hevkariya hemû aliyan ji bo parastina aştî û aramiyê li welat hevfikir bûn.

Her du aliyan tekezî li ser hevkarî û hevahengiya di navbera aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Îraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî kir. "

Nêçîrvan Barzanî ji bo hevahengî û xizmetkirina wan di warê ewlehî û aramiyê de spasiya Qasim Erecî û tîma wî kir.

Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsa budce, mûçe û çend pirsên din ji doh ve li Bexdayê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê heta niha li gel çend berpirsên payebilind ên hikûmeta Îraqê û aliyên siyasî yên Îraqî hevdîtin pêk anîne.