Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê: Divê pêwendiyên bi Tirkiyeyê re werin bipêşxistin

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê Îraq Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê piştî civînê ragihand ku pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê kûr in û divê di warên ewlehî, av û çandiniyê de werin bipêşxistin.

Serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya ku ji partiyên di nav Hikûmeta Îraqê de pêk tê, şeva borî li Bexdayê civînek li dar xist.

Piştî civîna ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tê de amade bû daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.

Di civîna ku serdana Serokwezîrê Îraqê ya Amerîkayê hat nirxandin de tekezî li ser girîngiya danîna pêwendiyên bihêz ên bi hemû welatên cîhanê re hat kirin.

Herwiha hat ragihandin ku di civînê de serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Îraq û Herêma Kurdistanê jî hat gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê xwedî dîrokeke kûr in û hat gotin:

“Pêwîst e peywendî bi taybetî di warên ewlehî, av û çandiniyê de li gorî berjewendiyên gel û welatan bên bipêşxistin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Projeya Rêya Bipêşketinê xwedî girîngiyeke mezin e û dê bi kêrî Îraq û welatên din jî were.

Di daxuyaniyê de êrişa li Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemala Silêmaniyê hat şermezarkirin.

Sûdanî diyar kir ku wan li ser kiryaran çend delîl bi dest xistine û ew dê werin diyarkirin û darizandin.

Endamên hevpeymaniyê di civînê de amaje bi wê yekê kir ku divê di demeke kurt de navê ku ji bo Serokatiya Parlamentoya Îraqê were hilbijartin, were diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst