Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îraqê li Koşka Selamê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Koşka Selama Bexdayê Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re civiya.

Nûçegihanê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê bi piraniya berpirsên siyasî û leşkerî yên Şîe û Sune re 20 hevdîtinan pêk bîne.

Serokê Herêma Kurdistanê dê îro bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayiq Zêdan û çend berpirsên din ên Îraqê re jî bicive.

Doh danê êvarê Nêçîrvan Barzanî gihişt Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya ku nêzîkî demjimêrekê berdewam kir.

Di civînê de çend mijarên girêdayî Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin ku di nav wan de mûçe û budçeya Herêma Kurdistanê, destpêkirina hinartina petrolê û êrişa li Qada Gazê ya Kormorê hebûn.

Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Sûdanî re beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû.

Mijara sereke ya civînê hilbijartina Serokê parlamentoya Îraqê bû ku para Erebên Sune ye.

Piştî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Teqedûmê Mihemed Helbûsî re jî civiya.

Ev di mehekê de serdana duyem a Serokê Herêma Kurdistanê ya Bexdayê ye.