Bi 6 mûşekan êrişî binkeya hêzên Amerîkayê kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro şeş mûşek arasteyî binkeyeke hêzên Amerîka û Hevpeymanan li nêzîk Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê hatin kirin.

Peymanêrê Rûdawê yê li Bexdayê, Helkewt Ezîz ragihand ku îro şeş mûşek arasteyî Binkeya Viktoriya ya Hevpeymanan li nêzîk Firokexaneya Bexdayê hatin kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di encama êrişê de ti zirarên canî nebûne, lê belê zirarên maddî hene û rokêtek li firokeyeke leşkerî ketiye û zirar gihandiye wê firokeyê.

Herwiha dest bi ser çend mûşek û sekoyên avêtina mûşekan de hatiye girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê derbarê êrişê de dest bi lêkolînan kirine.