Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê kir, “Me soz dabû ku em dê derbeke lerzêner li terorîstên DAIŞê bidin” û aşkere kir ku wan di çalakiyeke îstîxbaretî de “Cîgirê Xelîfe û waliyê DAIŞê yê Iraqê, kuştine.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li hejmara xwe ya Twitterê aşkere kir ku hêzên wan di çalakiyeke îstîxbaretî de Ebu Yasir kuştine ku Kazimî wî wek “Cîgirê Xelîfe û waliyê DAIŞê yê Iraqê” binav dike.
Çavkaniyek emnî ku ne xwest navê xwe aşkere bike, hûrhiliyên operasyona li dijî wî berpirsê rêxistina DAIŞê ji Rûdawê re ragihandin.
Li gor zanyariyên wî çavkaniyê emnî, operasyon roja Çarşemê, 27/01/2021, bi hevbeşiya Operasyonên Hevbeş, Hevpeymaniya Navdewletî, Dije Teror û Îstîxbaretê li başûrê Kerkûkê birêve çû û di encamê de ew serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Ebu Yasir hat kuştin.
Kuştina wî serkirdê DAIŞê ku Kazimî wek “Serokê Tîma Şerxwaz” pênase kir, piştî wê yekê tê ku hefteya derbasbûyî li Bexdayê di encama 2 teqînan de 32 kes hatibûn kuştin û 110 birîndar bûbûn û DAIŞê berpirsyariyê teqînan li xwe girtibû.
Teqînên hefteya borî bihêztirîn teqîn bûn ku di heyama 3 salên derbasbûyî li Bexdayê rû dan. Kuştina wî serkirdê DAIŞê jî wek tolhildanek bo qurbaniyên wan teqînan tê binavkirin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja 22/01/2021 serpereştiya civîna Encûmena Wezîran a ji bo Asayişa Niştimanî kir û di encama civînê de guhertin di hejmareke postên emnî û serbazî yên li Bexdayê çî bûn.
Kazimî amaje bi wê jî kiribû, “DAIŞ rojane nûçe dide ku tê teqînan pêk bîne û teqînên Bexdayê nîşana xemsariya emnî ye.”
Cebar Selman El'îsawî ku bi navên Ebu Yasîr, Ebu Ebdullahê Hafiz û Ebu Yasir El'îsawî tê naskirin, di lîsteya daxwazkiriyên yekem a Hikûmeta Iraqê de bû û zêdetir ji 2 sal e tê çavdêrîkirin.
Roja Çarşema derbasbûyî li hesabeke Telegramê, çekdarên DAIŞê berpirsyariya herdu teqînên xwekujî yên li meydana Teyeran a ku naverasta Bexdayê li xwe girtibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse