Heya niha Hêzên Amerîka ji Tenef venekişiyane

28-01-2019
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê çend navendên hêzên Amerîka hene
Li Rojavayê Kurdistanê çend navendên hêzên Amerîka hene
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tenef Sûriye Heşda Şeibî Qasim Muslih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li gor Kovara Forîn Polîsî a Amerîkî û pisporên leşkerî yên wî welatî, mayîna hêzên Amerîka li Binkeya Tenefê pirsgirêkeke yasayî bo îdareya Trump çêdike, ji ber Trump nikare bi rihetî biryara 2001 dijî hêzên welatên din bikar bîne, ew biryar tenê hatiye standin bo şerê dijî DAIŞê.


Kovara Forîn Polîsî li gor çavkaniyek agahdar eşekre kiriye ku mana hêzên Amerîkayê li Tenef divê tenê ji bo çavdêriya tevgera milîsên Îranê be li navçeyê, herwiha ew çavkanî dide zanîn ku pêwîste Amerîka erkekî nû ji bo Binkeya Tenefê dirust bike, ji bo ku bikaribe hêzên xwe li wê derê bihêle.


Tevî biryara Trump a derbarê vekişandina hêzên Amerîkayê de ji Sûriyê, lê Pentagonê ragihand, ku beşek ji hêzên wan li Binkeya Tenef a başûrê rojhilatê Sûriyê dimînin. Binkeya Tenef dikeve sêgoşeya sînorên hersê welatên Sûriyê, Iraq û Urdunê.


Sala 2014ê Amerîka bo şerê dijî DAIŞê Binkeya Tenef damezrandin, niha dixwaze dijî serdestiya Îranê li welatên Iraq, Sûriye û Lubnanê bikar bîne, daku nikaribe Heyva Şîî li navçeyê ava bike.


Binkeya Tenef 55 Kîlometre rûber li xwe digire, hêzên Amerîkayê di nav de dikarin rêyên lojestîkî li ber tevgera leşkerî ya Îranê bigirin,


200  Leşkerên Amerîkayê lê bicîh bûne, herwiha sitafekî meşq û rahênanê, sîstemeke berevaniyê û hêzên operasyonên destêwerdana  taybet li xwe digire.


Li gor rapora Forien Policy hêjî gotûbêj di navbera Pentagon û Trupm de li ser Binkeya Tenef de berdewam in, gelo dê Amerîka hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne yan wê beşekî ji wan hêzan li wê binkeyê bihêle?

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst