Krîstiyanên Bexdayê bi xem û tirs cejna jidayikbûna Hz. Îsa pîroz kirin

27-12-2019
RÛDAW
-
-
Nîşan Iraq Bexda Krîstiyan
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Tevî ku ji ber rewşa xirab a Iraqê piraniya welatiyên Krîstiyan ji Bexda û bajarên din ên Iraqê koç kirine û çûne derveyî welat, lê ew Krîstiyanên hêj li Bexdayê mane, li dêra Seyide Zuhûr a li taxa Kerade cejna jidayikbûna Hz Îsa pîroz kirin.

Serokê Tayifeya Ermeniyên Katolîk li Iraqê, Josef Zeberiyan ji Rûdawê re ragihand: Hejmareke kêm ji Krîstiyanan li Iraqê mane, lê belê ev yek nayê vê wateyê ku dawî li hebûna Krîstiyanan li Iraqê hatiye. Em li vir in û em gencên xwe han didin ku li Iraqê bimînin.

Li gor amara Rêveberiya Dêrên Ermeniyan, ji ber bûyerên sala 2003 û paşê, nêzîkî 1 milyon û 500 hezar Krîstiyan ji Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê ve ber bi Herêma Kurdistanê û derve koç kirine û hejmara wan bi qasekî kêm bûye ku êdî li hin cihan hebûn û jiyana wê pêkhateya dêrîn a Iraqê bûye dîrok.

Huda Luîz welatiyeka Krîstiyan a nişteciha Bexdayê ye û dibêje: “Ji ber hejmara me kêm e û gelek xelk aware bû, bêguman bandor hebûye li ser wê yekê ku hejmara Krîstiyanan li dêran kêm bibe. Niha malbat kêm bûne û ji hev veqetiyane. Endamên malbata me li hemû parzemînan hene.”

Dîroka welatê navbera du rûbaran, bi nav û şaristaniya Krîstiyanan xemilandî ye û ew pêkateya kêmîne ku ber bi nemanê ve diçe, xwe wek xwediyê dîroka Iraqî dibînin û beşek ji cîranên wan ên Misilman şahidiya wê yekê didin.

Hedîl Ebdullah welatiyeka Misilman a ji Bexdayê ye û dibêje: “Ev rastî ye ku ew gelek rêkûpêk û aştîxwazin. Bi dirêjiya dîrokî ev yek hatiye îsbatkirin, bi taybet di van demên dawî de derket ku aştîxwaz in û dilsozê welatê xwe ne.”

Li gor amara Dîwan Ewqafa Krîstiyan û olên Êzidî û Sabîe, niha li Iraqê tevî Herêma Kurdistanê jî, hejmara Krîstiyanan ji 300 hezar kesan derbas nabe.

Herwiha di navbera 2003 û 2018 de, zêdetir ji 1,140 welatiyên Krîstiyan hatine kuştin û 95 dêr û cihên olî yên wan, Êzidiyan û Saîbeyan hatine teqandin û şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst