Li xalên gumrikê yên li aliyê Iraqê bertîl ji şofêran tê standin

27-12-2018
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Iraq Gumrik Bertîl Şofêr
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Bi biryara hikûmeta Iraqê xalên gumrikê yên di navbera Duhok û Mûsilê de diviyabû werin rakirin, lê 23 roj piştî biryarê jî, hêj gumrik ji aliyê hêzên Iraqî ve têne wergirtin û weke ku hinek şofêr dibêjin, ji bilî gumrigê hinek pereyên din jî ji wan distînin, vê yekê jî wisa kiriye ku asta bazirganiyê di navbera Iraqê û Tirkiyê de kêm bibe.

 

Li ser rêya Duhok û Mûsilê, wesayît ketine rêzê. Şofêrek du roj in li benda derbasbûnê ye, lê ji kiryarên artêşa Iraqê bêzar bûye.

 

Şofêrê bi navê Hesen Felih dibêje: "Herêma Kurdistanê hemû rê vekirin, hêsankarî ji bo me kirin, ti pirsgirêk tine, lê pirsgirêk ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê bi awayekî baş li hev nekirine, kî dibe qurbanî, em şofêrên barhilgiran ku ketine ser rêyan.”

 

Ji ber gelek mana wan, hinek şofêran karûbarên xwe yên xwarin û vexwarinê ew bi xwe ji bo xwe dikin, ji bilî wergirtina gumrikê, bi rêyên neyasayî hinek pereyên zêdetir ji wan têne standin.

 

Şofêrekî bi navê Mihemed Ferhan diyar kir: “Şofêr ji gelek derdan dinalin, ya yekem asêkirin e, ya duyem standina pereyên zêdetir e, em diçin gumrikê 15 hezar dînar didin, dema bar datînin 15 hezar dînarên din jî didin, ti tişt ji bo me nakin.”

 

Ji bo bazirganan biryara rakirina xalên gumrigê dilxweşker bû, lê desthilata leşkerî li Mûsilê astengiyên zêdetir derdixin pêşiya wan.

 

Serokê Odeya Pîşesaziya Duhokê Eyad Hesen ji Rûdawê re ragihand: "Em dibînin hikûmeta Iraqê biryara dawî divê hemahengiyê li gel hêzên wan deveran bike ku ew fermana derketiye were bicihkirin.”

 

Li gor amarên Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Duhokê, bazirganiya navbera Iraq û Tirkiyê ya di wê rêyê re hatiye kirin, di sala 2017an de nêzîkî 8 milyar dînar bû, di sala 2018an de ev daketiye 6 milyar dînaran, sedem jî astengên li ser rêyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst