Rûdaw - AFP
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî nepenî serdana Iraqê kir û piştî ku vegeriya Amerîkayê serdan hat eşkerekirin.
Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders ragihand ku Donald Trump û hevjîna wî hatin Iraqê û serdana şêwirmend û leşkerên welatê xwe kirin.
Şeva çarşemê bi firokeya xwe ya taybet a Air Force One ji Washingtonê bi rê ketiye û li binkeyeke leşkerî ya li rojavayê Bexdayê li gel şêwirmend û leşkerên welatê xwe civiyaye û cejna Krîsmasê pîroz kirine.
Li gor zanyariyan serdana Trump bo Iraqê tenê sê saetan dom kiriye û tenê serdana navenda serbazî ya El-Esed a hêzên amerîkî li parêzgeha Enbarê kiriye û li gel ti berpirsekî Iraqî neciviyaye.
Trump tevî xanima yekem a Amerîkayê, Melania Trump û Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê John Bolton serdana Iraqê kiriye.
Di derbarê serbazên welatê xwe de yên li Iraqê, Trump ragihandiye, wî ti niyet nîne ku pênc hezar serbazên welatê xwe ji Iraqê vekişîne.
Ev cara yekem e ku Trump di heyama serokatiya xwe de serdana Iraqê bike.
Serdana Trump bo Iraqê hevdem e li gel biryara vekişanina hêzên Amerîka ji Sûriyê ku rastî gelek bertekên cîhanî û herêmî hat.