Iraq: Ji sedî 11ê nefta OPEC+ em hildiberînin

27-11-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq OPEC+ Neft
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Bazirganiyê ya Petrola Iraqê (SOMO) ragihand ku Iraq ji sedî 11ê 43 milyon bermîlên berhemanîna grûpa OPEC+ ku ji hin welatên berhemhênerên ne endamê OPECê pêk tê, berhem tîne.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê SOMO û nûnerê Iraqê yê di OPECê de Sadûn Muhsîn, ji kanala nîvfermî ya El-Iraqiyye ya Iraqê re axivî û kêfxweşiya xwe ji biryara grûpa OPEC+ ya kêmkirina 2 milyon bermîlên berhemanîna petrolê ya rojane nîşan da.

Sadûn Muhsîn bal kişand ser wê yekê ku ev biryar roleke girîng di hevsengkirina bazarên cîhanî de dilîze û destnîşan kir, biryara kêmkirina berhemanîna petrolê hemû welatan bi rêjeyên cuda li gorî qebareya berhemanîna wan digire nav xwe.

Ji sedî 11 yê Iraqê ye

Muhsîn diyar kir ku ev biryar bandorê li hinardekirina petrola Iraqê nake, berovajî vê yekê bû sedema kêmbûna berhemanîna navxweyî û got, “Grûpa OPEC+ rojane 43 milyon bermîl berhem tîne û ji sedî 11ê vê berhemê yê Iraqê ye. Ji ber wê jî bi biryara kêmkirina du milyon bermîlên berhemanîna petrolê li Iraqê jî bi heman rêjeyê kêm bûye.”

Cîgirê Rêveberê Giştî yê SOMOherwiha bal kişand ser civîna 3 û 4ê Berfanbarê ya Koma OPEC+ê û anî ziman, “Her biryareke pêşerojê ya ji bo domandina biryara heyî, kêmkirina nû an zêdekirina mîqdarên tên hilberandin dê rewşa bazarê li ber çavan bigire û armanc bike ku hevsengiyekê çêbike.”

Muhsîn destnîşan kir ku ji ber Coronayê, sistbûna aboriya cîhanî û şerê Rûsya û Ukraynayê bilind û nizmbûnên cidî hene û pêşbînî kir ku bihayê her bermîlekê sala bê herî kêm dê di navbera 85-95 dolaran de be.

Wezîrên enerjî û petrolê yên grûpa OPEC+ di civîna 5ê Cotmehê ya li Viyana ya paytexta Awustûryayê de biryar dan ku ji meha Mijdarê ve hilberîna rojane ya petrolê 2 milyon bermîl kêm bikin.

Li ser vê biryarê, Rêveberê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby di 11ê Cotmehê de daxuyanî dabû û gotibû ku Serokê Amerîkayê Joe Biden peywendiyên xwe yên bi Erebistana Siûdî re ji nû ve dinirxîne.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan jî diyar kiribû ku welatê wî xwedî peywendiyên stratejîk e bi Amerîkayê re û biryarên OPEC+ yên kêmkirina berhemanîna nefta xav ji ber sedemên aborî hatine girtin.

Şîrove li ser wê yekê hatin kirin ku biryara OPEC+ siyasî ye û tê wateya piştgiriya Rûsyayê di Şerê Ukrayna-Rûsyayê de û şîrikê sereke yê rêxistinê Erebistana Siûdî, xwediyê para herî mezin a rexneyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst