NECEF - Xwepêşanderan agir berdan konsolxaneya Îranê

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Necef ê Iraqê, xwepêşanderan agir berdan konsolxaneya Îranê. Li Bexdayê jî 2 kes hatin kuştin.

Li parêzgehên Iraqê xwepêşandan berdewam in. Li Necefê ku dikeve başurê Iraqê xwepêşander li ber konsolxaneya Îranê kom û agir berdan avahiya konsolxaneyê.

Li gor medya xwecihî, di encama êriş û hewldanên hêzên emnî yên bo belavkirina xwepêşandanan de 80 kes birîndar bûn û piştî ku bûyer belav bûn, Fermandariya Operasyonan a Necefê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li tevahiya wî bajarî qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin û nehat diyarkirin ka ew qedexe wê heta kengî berdewam be.

Jibilî Necefê li Bexdayê jî xwepêşandan berdewam bûn û li gor zanyariyan, li wî bajarî jî di navbera hêzên emnî yên Iraqê û xwepêşandanan de aloziyan rû dan û di encam de 2 kes hatin kuştin û hejmareke xelkê sivîl jî birîndar bûn.