Serok Barzanî ji Mihemed Şiya Sûdanî re: Ez piştevaniya hikûmeta te dikim

27-10-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Iraqê îro Pêncşemê bawerî da kabîneya Serokwezîrê nû Mihemed Şiya Sûdanî. Serok Mesûd Barzanî bi telefonê bi Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û pîrozbahî li hikûmeta nû kir û got, “Teqezî li hevahengiya di navbera her du aliyan de dikim.”

Parlamentoya Iraqê îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022an bi amadebûna 253 parlamenteran deng da kabîneya nû ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî.

Di civînê de 21 berbijêrên wezaretan hatin pesendkirin lê biryara her du wezaretên jîngeh, avedankirin û nîştecihkirinê ku para Kurdan e, hat paşxistin.

Piştî ku parlementoyê bawerî da civata wezîran a Mihemed Şiya Sûdanî, Serok Mesûd Barzanî bi telefonê bi Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û piştgîriya xwe bo hikûmeta nû ya Iraqê diyar kir û teqezî li ser hemahengiya di navbera her du aliyan de kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst