Iraq: Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî baweriya parlementoyê wergirt

27-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Parlamentoya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî bawerî wergirt û li Parlamentoya Iraqê sond xwar.

Serokwezîrê nû yê Mihemed Şiya Sûdanî îro Pêncşemê, piştî zêdetirî 12 mehan di ser hilbijartinên parlamentoyê, kabîneya xwe pêşkêşî Parlamentoya Iraqê kir.

253 parlamenter beşdarî dengdana pêbaweriyê ya Parlamentoya Iraqê bo kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî bûn. Ji xeynî wezaretên Avedankirinê û Jîngehê, 21 wezaretên din baweriya parlamentoyê wergirtin.

Ji kotaya Herêma Kurdistanê heta niha Fuad Husên wek Wezîrê Derve û Xalîd Şiwanî jî wek Wezîrê Dadê hate hilbijartin.

Xalid Şiwanî di yekem axaftina xwe ya piştî bû Wezîrê Dadê de ji Rûdawê re ragihand ku di rojeva Sûdanî de mijarên gelekî girîng hene û anî ziman, “Me garantî ji bo daxwazên Kurdan standiye.”

Navê wezîrên kabîneya Sûdanî ku baweriya parlamentotê wergirtine:

1. On Ziyab, Wezareta Çavkaniyan

2. Îvan Fayiq, Wezareta Koç û Koçberan

3. Ziyad Elî Fazil, Wezareta Elektrîkê

4. Ehmed Esedî, Wezareta Kar

5. Sabih Mihemed, Wezareta Berevaniyê

6. Heyan Abdulxenî, Wezareta Neftê

7. Xalid Betal, Wezareta Pîşesazî

8. Salih Mehdî, Wezareta Tenduristiyê

9. Îbrahîm Namis, Wezareta Perwerdeyê

10. Rezaq Mihêbis, Wezareta Veguhestinê

11. Ebdulemîr Şemerî, Wezareta Navxwe

12. Heyam Yasrî, Wezareta Gihandinê

13. Esîr Dawûd Silêman, Wezareta Bazirganiyê

14. Ehmed Muberqeb, Wezareta Werziş û Ciwanan

15. Ebbas Ceber, Wezareta Çandiniyê

16. Neîm Ebûdî, Wezareta Xwendina Bilind

17. Xalid Şiwanî, Wezareta Dadê

18. Ehmed Fekak Ehmed, Wezareta Rewşenbîriyê

19. Fuad Husên, Wezareta Derve

20. Mihemed Temîm, Wezareta Plandanînê

21. Teyf Samî, Wezareta Darayî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst