Şaxewan Ebdullah: deng li ser wan wezaretan tê dayîn ku rêkeftin li ser hatine kirin

27-10-2022
Ferdî Sak
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Weke ku hatiye plankirin parlamentoya Iraqê îro dicive û biryar e di civîna îro de parlamento deng li ser kabîneya hikûmeta nû ya bi serokayetiya Mihemed Şiya Sûdanî bide. Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah dibêje, deng li ser wan wezaretan tê dayîn ku di navbera aliyên siyasî de rêkeftin li ser wan hatine kirin.

Di civînê de yek bi yek bawerî bi wezîran tê dayîn. Herwiha dengdan li ser karnameya hikumetê jî tê kirin ku tewerên wê  yên  sereke  ji nehiştina gendeliyê, dabînkirina xizmetguzariyan û çareserkirina krîza avê pêktên.

Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah dibêje, civîn dê saet 02:00pm bê lidarxistin, lijneyek bi serokatiya me hatiye pêkanîn daku pêdeçûnê bi bernameya wezaretan bike. ew navên ku ji aliyê serokwezîr ve tên temam nîne, hin wezaret kêm in. Ev jî bo wê yekê ye ku derfet bidin aliyên siyasî ku heta niha di nava xwe de li hev nekirine. Lewra kabîne bi netemamî tê pêşberî parlamentoyê, deng li ser wan navan tê dayîn ku rêkeftin li ser wan hatine kirin.

Kabîneya nû 23 wezaret in, 12 ji wan ji bo Hevpeyamaniya Çarçoveya Hevahengiyê, 6 wezaret bo Sûnneyan  û 4 wezaret bo Kurdan û wezaretek jî bo pêkhateyan e.

Endamê Parlamentoya Iraqê di Çarçoveya Hevahengiyê de, Ebdulrehîm Şimerî got, "Civîn bi asanî derbas dibe, pirsgirêk çênabe, eger heye kabîneya hikûmetê 4 heta 5 wezaretan kêm be bo dengdanê û  wezaretên din tên pesendkirin.  Ew wezaretên ku birêz Sûdanî bixwe wezîran ji wan re diyar dike eger heye bên paşxistin, lê li ser wezaretên din dengdan tê kirin, eger pirsgirêk jî derbarê wan de hebin. Tişta bi Sunne û Kurdan ve peywendîdar e, pirsgirêka Kurdan nîne û wezaretên wan naskirî ne, lê di nav Sunneyan de li ser wezareta berevaniyê û ew wezaretên din ku biryar e werbigirin, ku di navbera wezareta perwerde û rewşenbîriyê de yekalînebûne   di nav Firaksiyona Ezim bixwe de pirsgirêk heye."

Rêkarên dengdana bi hikumetê li gor maddeya 49ê ya Peyrewa Navxwe ya Parlamentoyê dibe. Destpêkê serokwezîrê raspardî navê berbijêrên wezaretan û karnameya hikumeta xwe radigihîne. Piştre karnameya hikumetê bo desteyek taybet tê dayîn, daku raporekê derbarê wê de amade bike û bixe pêşiya parlamenteran berî ku deng li ser bê dayîn. Hikumet weke ku bawerî wergirtibe tê hesibandin, piştî wê bi piraniya zêde ya dengên parlamenteran, deng bi wezîran tê dayîn  û  karnameya hikumetê tê pesend kirin.

Roja 13ê Cotmeha 2022ê Mihemed Şiya Sûdanî ji aliyê Serokkomarê Nû yê Iraqê Letîf Reşîd ji bo pêkanîna hikumetê hat raspardin. Tevî ku bo pêkanîna hikûmetê  li gor destûrê 30 roj dem li ber destê Sûdanî bûn, lê berî temambûna wê demê karnameya hikumeta xwe û sîviya wezîran bo Parlamentoyê şand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst