Parlamentoya Iraqê îro deng li ser kabîneya Sûdanî dide

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî îro ji bo dengdana li ser kabîneya nû dest nîşan kiriye û biryar e parlamento bi vê mebestê piştî nîvro bicive.

Li gor nivîseke serokê parlamentoya Iraqê ku li ser daxwaza serokwezîrê raspartî Mihemed Şiya Sûdanî hatiye nivîsandin, parlamento dê îro di demjimêr 2 piştî nîvro ji bo dengdana li ser kabîneya Sûdanî bicive. Civîna parlamentoyê di demekê de ye ku heta niha aliyan li ser dabeşkirina wezaretan li hev nekirine.

Hevpeymaniya Serwerî dibêje ku ew pênc wezaretan hêjayî xwe dibînin, li hember de yek wezaret ji bo Ezim, lê belê Ezim di wê baweriyê de ye ku divê du wezaret bi wan bên dan, yan jî wezaretek û postê serokê parlamentoyê .

Endamê Hevpeymaniya Serwerî Reide Dehlekî got: “Heta niha danûstandin li ser 4 wezaretan beramber du wezaretan yan jî pênc wezaret beramber yek wezaretê berdewam dikin, lê li gorî nirx û xalên hilbijartinan, pişka Hevpeymaniya Serwerî 5 wezaret û Ezim jî yek wezaret e. Tiştê ku maye gotûbêj û danûstandin li ser mafên din ên weke deste û birîkarên wezîran e, ku piştî avakirina hikûmetê, pêwîstî bi gereke nû ya gotûbêjan heye.

Hevpeymaniya Serwerî behis li hêjayên xwe dike ku ew pênc wezaretan in, li hember yek ji bo Ezim, lê belê Ezim di wê baweriyê de ye ku divê du wezaret bi wan bên dayin yan jî wezaretek û posta serokê parlamentoyê.

Endamê Hevpeymaniya Ezimê Ebdulrehîm Şemerî jî got: “Bi baweriya min du wezaret bo Ezim û çar wezaret jî bo serweriyê, hatiye yekalî kirin. Dibe ku nakokiyên navxweyî di navbera serwerî, Teqedum û Xemîs Xencer de hebe. Li gorî vê yekê Wezareta Berevanî û Rewşenbîrî dê para Ezim bin, û wezaretên din jî bibin para Hevpeymaniya Serwerî.

Biryare îro Pêncşemê di demjimêr 14.00 parlamentoya Iraqê ji bo baweriya bi kabîneya nû dicive, ew  jî piştî ku Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bi nivîseke fermî karnameya hikûmeta xwe ji parlementoyê re şand pêk tê.